PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Rihayê (Urfa) ragihand ku bi sedema şertên xerab yên hewayê li navçên Bîrecûk (Birecik) û Wêranşehrê (Viranşehir) 4 roj navberê dane perwerda dibistanan. Di daxwuyaniya parêzgehê de weha hat gotin:
“Bi sedema şertên hewayê, di dibistan û baxçên dibistanan de xesar çêbûye. Di 03.05.2026an de, ji ber şertên hewayê di dibistan û baxçên wan de xesarê kiriye, ji bo tamîra wan wext pêwiste. Me wan xesaran da ber çav û li navçên Birecik û Wêranşehrê ji bo tamîra dibistanan ji roja Sêşemê an ku 5 Gulan 2026 û pê de ji bo 4 rojan dibistanan tatîl kiriye.”