Ji Saredariya Bedlîsê soza qursên ziman û sanoya Kurdî

Ji Saredariya Bedlîsê soza qursên ziman û sanoya Kurdî

PeyamaKurd – Şaredariya Bedlîsê ya AKPê ku bi rakirina lewheyên Kurdî hatibû rojevê û piştî bertekan lewheya Kurdî ya têketin û derketina bajêr ji nû ve danî bû, dest bi pêngavên nû bo Kurdî dike.

Hat zanîn dê şaredarî vekirina qursên bêpere yên Kurdî jî di nav de, 50 projeyên bo şaredariyê, danîn ber xwe.

Cîgirê Şaredarê Bedlîsê Îbrahîm Aslan got ku mijara tabelayê bi qestî ji aliyê hin derdoran ve hatiye berevajîkirin û diyar kir, “Em jî Kurd in, ti pirsgirêka me bi zimanê me re nîne û nabe jî. Em di xizmetên xwe de kurdî piştguh nakin. Di vê mijarê de sozên ku berî hilbijartinê dabûn em bicih tînin. Lê hin derdoran mijar berevajî kirin û belav kirin. Xwestin ji bo hilbijartinên Stenbolê bikin bikar bînin. Xwestin bikin hêmana fişarê li ser şaredarê me.”

Aslan da zanîn ku wekî wan soz daye ew dê 50 projeyên xwe yên soz dane yek bi yek bicih werînin û di nav wan de: qursên bêpere yên Kurdî, şanoya Kurdî û bernameyên din jî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin