Koma Hunerên Gelêrî ya Hewlêrê li Polonyayê beşdarî festîvala navneteweyî bû

Koma Hunerên Gelêrî ya Hewlêrê li Polonyayê beşdarî festîvala navneteweyî bû

PeyamaKurd - Koma Hunerên Gelêrî ya Hewlêrê bi govend, muzîk, stranên resen û cilûbergên kurdî beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Folklorî ya Vistulayê bû ku li bajarê Plock ê Polonyayê hat lidarxistin.

Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Hewlêrê û serokê şandeyê Sirwan Osman ragihand ku di festîvalê de ligel koma Kurdistanê, komên hunerî yên ji welatên wekî Spanya, Letonya, Ukrayna û Brezîlyayê jî cih girtine.

Sirwan Osman diyar kir ku wan bi çar tabloyên hunerî yên bi navê "Jiyan li Gund" hewl dane ku çand, hevkarî û kelepora kurdewarî bigihînin ser dikê cîhanî.

Osman tekez kir ku ev beşdarî ji bo dîplomasiya çandî û naskirina Kurdistanê bi zimanê hunerê derfeteke mezin e.

Koma Hunerên Gelêrî ya Hewlêrê ku di sala 1979an de hatiye damezrandin, yek ji komên herî kevn ên herêmê ye û di festîvala ku şeş rojan berdewam kir de baleke mezin kişand ser xwe.