PeyamaKurd – Yek ji kovara herî temendirêj a bi Kurdî, kovara Nûbiharê hejmara xwe ya 150min derxistiye.
Di hejmara 150emîn a Nûbiharê de nivîs û helbestên Berken Bereh, Rojan Barnas, Receb Dildar, Rohat Alakom, Abdûllah Încekan, Konê Reş, Mûrad Celalî, Kinyazê Îbrahîm, Salihê Kevirbirî, Hêmîn Omar Ahmad, Shahîn Bekirê Soreklî, Nîhat Gultekîn û Şemoyê Memê hene.
Gerînendeyê giştî yê weşan û kovara Nûbiharê, Suleyman Çevîk, anî ziman ku li dijî asîmlasiyonê dabûn ser vê rêyê û niha di vê rêyê de 28 sal li dû xwe hiştine. Çevîk dibêje ji ber ku vî karî bi Kurdî dikin minetê nakin, lewra ev yek peywira wan e.
Kovara Nûbiharê kovareke çandî, hunerî û edebî ya demsalane ye û gerînendeyê giştî yê weşanê Suleyman Çevîk e. Nûbihar di Cotmeha 1992yan de dest bi weşana xwe kiriye û di maweyê 28 salan de 150 hejmar derxistine.
Kovara Nûbiharê 28 sal in derdikeve û îro jî hejmara xwe ya 150an derixist. Nûbihar bo hin kesan medrese, bo hin kesan mal, bo hin kesan zanîngeh e. Xwedê nesîbê jimara 1500an bike pic.twitter.com/gpsO85QThg
— Ömer Faruk Feyat (@Omerfeyat65) February 26, 2020
Suleyman Çevîk di hevpeyvîneke taybet bo PeyamaKurd de li ser kare weşangerî û kovageria bi Kurdî ev tişt gotibûn, “ev kar, karek normal nîne. Karê weşangerîya Kurdî karek zehmet e. Lê divê ji ber gelek sedeman mirov vî karî bike û dev jê bernede. Mesela eva naşibe karê dikandariyê yan karê xwaringehekê. Ew kar xwedî mîsyon e. Misyon jî ev e: Li hember asîmilasyonê zimanê kurdî diparêze, fêrî mirovan dike. Li hember qedexeyên li ser ziman helwestê nîşan dide. Ji ber van sedeman xebat divê, têkoşîn divê. Karên li ser zimanê kurdî tên kirin ev kar bivê nevê bi her şiklê mirov gelek zor û zehmetiyê dikşîne. Yanî heger kar karek normal bûya, ne karê weşangerîya Kurdî bûya belkî deh caran bîst caran me yê dev jê berda û kareke din bikira. Bes ev kar ne karê devjêberdanê ye. Divê mirov micadeleyek dûv û dirêj bidomîne. Çimkî ji gelek însanan re hêvî ye. Di vê karî de tabî fedakarî heye, fedakarîya xebatkaran, xwendewanan ya karmendan heye. Ev kes çiqas zehmetîyan bikşînin jî, çiqas biwestin jî dixwazin ev kar dewam bike. Ev kar bi vê misyon û armanca heta vê rojê hatîye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin