DYAê Iraq hişyar kir: Hejmara milîsa aborî û serweriya welêt têk dibe

DYAê Iraq hişyar kir: Hejmara milîsa aborî û serweriya welêt têk dibe

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott îro (18ê Mijdara 2026an) re ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li bendê ye ku Serokwezîr Elî Zeydî komên çekdar ên Iraqê li hember tevliheviya wan a di tundûtûjî û têkdana aramiyê de berpirsyar bibîne.

Pigott bal kişand ser zirarên darayî û serweriyê yên van komên çekdar û diyar kir ku ev kom ne tenê serweriya Iraqê binpê dikin, belkî bi rêya gendelî û destdirêjiya li ser malê giştî, aboriya welêt lawaz dikin û çavkaniyên wî ji bo berjewendiyên xwe û rejima Tehranê bi kar tînin.

Ev helwest nîşana tundbûna fişarên Washingtonê yên li ser Bexdayê ye ku tê de tekez dike êdî li hember hejmara van milîsên li Iraq û herêmê bêdeng namîne.