PeyamaKurd - Li seranserê Herêma Kurdistanê ji bo geştûguzar, xwaringeh û firoşgehan, şertê bikaranîna zimanê kurdî wekî zimanê sereke di tabela, menu û fatûreyan de hat tundkirin.
Li bajarên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê, kargehên ku pabendî vê biryarê nabin, dê rûbirûyî cezayê pereyan û girtina dikanên xwe bibin.
Hate zanîn ku tevî rênimayan hê jî hin karsaz di tabelayên xwe de li şûna kurdî, cihekî mezin didin zimanên îngilîzî û erebî ku ev yek rastî nerazîbûna xelkê hatiye.
Ev mijar di 1ê Hezîranê de di civîna Wezîrê Şaredariyan Sasan Ewnî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw de wekî rojeva sereke hat gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku navên biyanî bi lez ji tabelayan werin rakirin û li gorî zimanê kurdî werin sazkirin.
Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Geştûguzara Hewlêrê Nerîman Fazil diyar kir ku ew li gorî biryarnameya Serokwezîr a sala 2023yan tevdigerin. Fazil ragihand ku li Hewlêrê ji Hezar û 611 cihên geştûguzarê yên bi lîsans, ji sedî 95ê wan li gorî qanûnê tevdigerin û hişyarî da karsazan: "Mezinahiya tîpên kurdî bi tu awayî nikare ji zimanên din biçûktir be; divê herî kêm di heman mezinahî û kalîteyê de bin. Kesên ku li ber xwe bidin, cihê wan ê kar dê were morkirin an jî cezayê giran ê aborî li wan were birîn."
Li Dihokê nêzîkî 700 navendên geştûguzarê hene. Berdevkê Geştûguzara Dihokê Şemal Herûrî destnîşan kir ku rêjeya pabendbûnê ji sedî 90î derbas kiriye. Herûrî qaideya tabelayan bi vî awayî eşkere kir: "Rêzik zelal e; di rêza herî jor de dê kurdî hebe. Cihên kar heke bixwazin dikarin îngilîzî an erebî wekî zimanê duyem û sêyem li binî zêde bikin. Nexwe lîsansa tu dikanekê nayê nûkirin."
Ev pêngava parastina zimanê kurdî li her du parêzgehên din jî bi asteke bilind hat qebûlkirin. Berpirsa Ragihandina Geştûguzara Silêmaniyê Kîjan Ebdullah da zanîn ku ji hezarî zêdetir cihên kar ji sedî 98ê wan biryarê bi cih tînin û li dijî binpêkirinan toleransa wan "sifir" e.
Berpirsê Ragihandina Geştûguzara Helebceyê Hewraman Celal jî ragihand ku rêjeya pabendbûnê ji sedî 95 e û got: "Ev pêngav rasterast ji bo parastina ziman û dîroka kurdî ye. Em rê nadin tu zimanekî biyanî bikeve şûna zimanê kurdî."