PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî roja Sêşemê (1ê Îlona 2026an) ji bo koça dawî ya nivîskar, akademîsyen, dîroknasê naskirî yê Kurd û Serokê berê yê Akademiya Kurdî Dr. Ebdulfetah Botanî peyameke hevxemiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de sersaxî li malbat, kesûkar, dostên rehmetî, Akademiya Kurdî û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê kir û ragihand ku ew hevparê xema wan e.
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de ji Xudayê Mezin daxwaz kir ku canê Dr. Ebdulfetah Botanî bi bihişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide malbat û hemû hezkiriyên wî.