Li Amedê tabloyeke Picasso hate bidestxistin

Li Amedê tabloyeke Picasso hate bidestxistin

PeyamaKurd – Li Amedê tabloyeke ku dihê gotin ku ya wênesaz û peykertiraşê spanyolî Pablo Picasso ye û li serê ‘The naked & killer' ( Tazî û Kujer) dinivîse û mohra Muzexaneya Neteweyî ya Îraqê lê ye, hat bidestxistin.

Duhî roja înî (07.03.2019) di encamdana operasyonekê de 3 gumanbar di dema ku hewil didin tabloyê bifiroşin hatin desteserkirin.

Walîtîya Amedê derbarê mijarê da daxuyanîyek da:

“Di encama lêpirsîn û lêgerîna emnî da tabloyek hat bidestxistin ku li serê mêrek û jinek hatine nîgarkirin û li pişt tabloyê ‘Tazî û kujer’ dinivîse ku ev tablo şahberhemeke Picasso bi xwe ye. Li ser tabloyî îmzeyek heye û li gorî nirxandinan ew îmzeya Picasso ye. Herweha li aliyê paş ê tabloyê jî mohra Muzexaneya Neteweyî ya Îraqê heye.”

Picasso Kî ye?

Wênesaz û peykertraşê spanyolî Pablo Picasso (1881-1973) navê wî yê tam û temam Pablo Diego Jose Francisco de Paula Juan Nepomuceno Maria de los Remedios Cipriano de la Santisima Trinidad Ruiz y Picasso ye. Picasso yek ji girîngtirîn wênesazê serdema 20emîn e. Wî tevî Georges Braque bingeha Kubîzmê danîye.

Hineke berhemên wî yên bi nav û deng ev in:

  • Komunyona Ewil (1895-1896)
  • Otoportreya Porgijlok (1896) Muzexaneya Picasso (Barselona)
  • OtoportreyaPorkin (1896), Muzexaney Picasso (Barselona)
  • Otoportre (1899-1900)
  • Otoportre Yo, Picasso (Bihar 1901), Koleksîyona Taybet (New York)
  • Maternidad, Picasso (1901)
  • Otoportre: Yo (1901), Koelksiyona John Hay Whitney (New York)
  • Kafede (1902)
  • Otoportre (1901), Muzexaneya Picasso (Paris)
  • Madame Soler (1903), Pinakothek der Moderne, Munix
  • Dama en li Konserta Edenê (1903)
  • La Tragedie (1903)
  • Hayat (1903)
  • Portreya Jaime Sabarte (1904)
  • Dena Harlekin rûniştiye (1905)
  • Les Saltimbanques (1905)
  • Portreya Gertrude Stein (1906)
  • Serê ciwanekî (1906)
  • Du heb Nû (1906)
  • Otoportre (1906),
  • Paletli Otoportreya bi palet (Havîn / Payîz 1906), Philadelphia Museum of Art (Filadelfiya)
  • Behrevan, Dema cîgarê (1907)
  • Otoportre (1907), Narodni Gallery (Prag)
  • Jinên Avignonî (1907), Museum of Modern Art (New York)
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin