Li meydana Bakırkoyê hunermend Tarık Akan bibîranîn

Li meydana Bakırkoyê hunermend Tarık Akan bibîranîn

PeyamaKurd – Hunermendê sinema Tirkiyê û nivîskar Tarık Akan di salvegera 10.em ya wefata wî de li Meydana Bakırköy a Îstenbolê hat bibîranîn.

Ji Tarık Akan re, bi hevkariya şaredariya Bakırköy û İBB beşa çand û dibistana taybet ya bi navê Taş Okulu şevekî ahengê amade kirin, dîmenên fîlmên wî bi muzîkê re nîşan dan û bibîranîn. Li ser dikê jî Koroya Taş Okulu û hunermend Onur Akın hebûn. Di merasima bîranîna Akan de, şaredara Bakırköyê Doç. Dr. Ayşegül Ovalıoğlu axifî û got:

“Tarık Akan, bi fîlmên xwe, di bîra me de ye, bi tewr û sekna xwe di dilê me de ye û bi zarokên me yên mezin dibin re, di dahatûya me de dijî. Başe li ser vê axê, ji vî bajarî, ji vê Bakırkoy a xweş Tarik Akanekî derket û jiya.”

Tarık Akan di gelek fîlmên Yeşilçamê de leyîstibû, bi taybetî di fîlnêm komedi, civakî û yên tama wan Kurdî de. Bi Yılmaz Guney re gelek nêz heval bû û di fîlmên weka “Kerî” ku sanarîstê wê Yılmaz Guney bû, bir rola serlehengiyê leyîstibû.