PeyamaKurd – Li Derya Reş li bajarê Gumuşxane li zozanê bi navê Sarıtaşê gulên bi navên xubare an bengzerik vebûn. Bi Tirkî xelkê deverê jê re dibêje vargit (çiğdem). Vateya vekirina gula han ew e ku ji niha û pê de dê berf bibare û terka zozanî bikin.
Li rojhilatê Derya Reş dema van gulan vedikin, xelkê li zozanan, wê gulê weka nîşaneyekî hatina zivistanê qebûl dike. Niha li deverê dereca germê daketiye 5 dereceyan. Xelkê li zozanan dest bi daketina ji zozanan kir.
Li bajarê Gumuşxane di nav sînorê gundê li ser navenda bajêr yê bi navê Çorakê de, zozan heye ku bilindahiya wê 2.250 metreye. Ji bilî wê jî di nav sînorê bajêr de 430 zozanên qeydkirî hene.
Li zozanê navborî gelek kes bi tecrubên xwe dizanin ku vekirina gula “xubare” an “bengzerik” ku di demsala Payîzê de vedike, xebera hatina berfê dide û xelk wan gulan weka metorlojiyê qebûl dike.
Li ser vekirina gulan, xelkê li zozanan dest bi amadekariya daketina ji zozanan kir.