PeyamaKurd - Nivîskar Behrouz Boochani piştî şeş salan serbest hat berdan. Bouchani ji sala 2013an heya niha li girava Manusê desteserkirî bû.
Behrouz Boochani (Behrûz Buçanî) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew piştî şeş salan serbest hatiye berdan.
Boochanî “Demek beriya niha ez giham Zelandaya Nû. Ez gelek bi kelecan im ku piştî şeş salan gihame azadiya xwe. Ez ji bo Festîvala Cîhanê ya li Christchurchê hatibûm vexwendin. Ez dê beşdarî wê bibim. Mala her kesekî ava ku ev yek bi saya serê wan pêk hat.”
Romanûs û damezirînerê kovarê Weryayê Behrouz Boochani ji bo neyê girtin ji neçarî ji Îranê reviyabû û ji wê deme ve li Girava Manuyê dima. Boochani sala 2017an bi şandina sepaneke peyamşandinê romana xwe bi Arash Kamali Sarvestani dabû nivîsîn û di sala 2018an de li Îtalyayê xelata rojnamnivîseriyê wergirtibû.
I just arrived in New Zealand. So exciting to get freedom after more than six years. I have been invited by Word Festival in Christchurch and will participate in an event here. Thank you to all the friends who made this happen.
— Behrouz Boochani (@BehrouzBoochani) November 14, 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin