Panelek li ser berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran hat lidarxistin

Panelek li ser berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran hat lidarxistin

PeyamaKurd – Li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê, di çarçoveya xebata Baskên Rojhilat ya bi hevkariya Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê, Parêzgariya Diyarbekir û TRTê, panelek bi navê 3 Stêrkên Rojhilatê ku qala jiyan û berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran dike hat lidarxistin.

Li gor zanyariyan, akademisyenên beşdar bal kişandin rabirdûya wêjeya Kurdan û bang kirin ku divê nifşê nû navdarên xwe baş bizanin.

Panela bi navê Sê Stêrkên Rojhilat, ji bo danasîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran hat lidarxistin û di panelê de ji helbestên navdarên Kurd qesîde hatin xwendin.

Xebata bi navê Baskên Rojhilat wê heta 30ê Nîsanê bi pêşangeha wêneyan û pêşandana dokumentera bi navê Hevdîtina 2 Çeman bidome. Herwiha wê Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy jî tevlî bernameyê bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin