PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Semsûrê (Adıyaman) di çarçoveya proja GAPê de, 513 alavên çandiniyê li cotyaran belav kir. Di nava alavên çandiniyê de 229 makîneyên destî yên cotkirinê, 142 heb alavên kesaxtina darên fêkiyan û 142 pompeyên pişte yên ku derman direşînin hene.
Parêzgerê Semsûrê Abdullah Küçük ragihand ku dana alavên çandiniyê, dike armanc ku bereketa berhemên çandiniyê zêde bike.
Li bajarê Semsûrê û navçên wê bi taybetî li gundan gelek erd hene ku traktor nikare here nava erd û makîna destan ya cotkirinê ji bo araziyên weha biçûk, gelek başe.
Kesaxtina rezan (mêwan) û darên fêkiyan jî her weha alavên nûjen dixwaze û pêdivî bi alavan heye. Pompe jî alavekî nûjene ku mirov dikare dermanê xwe amade bike û pompê bide pişta xwe û meyweyan derman bike.
Alavên çandiniyê yên ku parêzgeh belav kiriye, wê destekekî baş dibe cotyaran, bi taybetî yên ku rez, hinar, sêv, fistiq, bi’îv û darên weka wan xwedî dikin.