Ji ber ‘Kurdistan’ê doz li karsazên kurd hat vekirin

Ji ber ‘Kurdistan’ê doz li karsazên kurd hat vekirin

PeyamaKurd - Li Amedê karsazên kurd bi navê KURDSIADê ku di sala 2014an de serî li Walîtiya Amedê dabûn û damezirandina xwe ragihandibûn. Ji ber ku di navê komeleyê de peyva ‘Kurdistan’ê derbas dibe, serîlêdana wan nehati qebûl nekir. Derbarê Rêveberên Damezirînêr ên KURDSIADê doz hat vekirin.

Li bajarê Amedê karsazên kurd bi navê ‘Kurdistan Sanayaiciler ve İşadamları Dernegi’ (Komeleya Karsaz û Pîşekarên Kurdistanê) navê wê yê kurtî KURDSIAD, serî li Walîtiya Amedê dan lê walîtiyê ji ber ku di navê komeleyê de peyva ‘Kurdistanê’ derbas dibe serîlêdan qebûl nekir.

Li ser giliyê Midûriyeta Komeleyên Bajarê Amedê, Serdozgeriya Komariyê Amedê derbarê Rêveberên Damezirînêr ên KURDSIADê doz vekir.

Serdozgeriyê derbarê Endamên Desteya Rêveber a KURDSIADê Abdulbaki Karadeniz, Alaaddin Tan, Burhan Turgut, Çelebi Rojda Kahraman, Gunay Uyar, Huseyin Bardakçi, Merthan Anik ve Mehmet Akyil de bi hinceta ‘dijberiya destûra Komeleyan’ îdianame amade kir û ev îdianame ji aliyê 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Serokê KURDISADê Abdulbaki Karadeniz de bi 10 meh û 820 TL pereyên tirkî hat sizadan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin