Wezareta çandiniya Tirkiyê Ixdirê 350 hezar şitil li cotyaran belav kir

Wezareta çandiniya Tirkiyê Ixdirê 350 hezar şitil li cotyaran belav kir

PeyamaKurd – Rêvebiriya wezareta çandiniyê ya bajarê Ixdirê ragihand ku li bajarê Ixdirê 350 hezar şitlên bacanên sor û bacanên reş li cotyaran belav kirine.

Desteka navborî di çarçova desteka wezareta çandiniyê û daristanê ji bo araziyên çandiniyê bikarbînin, di çarçoveya projeya TAKE de destekê didin cotyaran.

Di çarçova projê de, li bajarê Ixdirê 250 hezar şitlên bacanên sor û 100 hezar jî şitlên bacanên reş li 165 cotyaran belav kirine.

Proje bi slogana “%50 ji kîsê me û %50 ji kîsê we” hat meşandin. Di projê de nîvî cotyar didin û nîv jî dewlet dide.