Xelata Rahîbe Teresa îsal dane Ofîsa Rizgarkirina Êzîdiyan

Xelata Rahîbe Teresa îsal dane Ofîsa Rizgarkirina Êzîdiyan

PeyamaKurd - Xelata Rahîbe Teresa ya Navneteweyî ya 2019an ku her sal tê dayîn îsal dan Ofîsa Rizgarkirina Êzîdiyan.

Merasîma xelatdayînê li bajarê Mumbai yê Hindistanê li dar ket. Li ser navê ofîsê Îman Abdullah xelat girt.

Abdullah di sala 2014an de ligel malbata xwe ketibû destê terorîstên DAIŞê û paşê rizgar bûbû. Abdullah di dema merasimê de wisa axivî: "Ligel malbata xwe ya 8 kesî dema em ketin destê DAIŞê ez 13 salî bûm. Ez 12 mehan di destê wan de dîl mam û 3 caran wan ez firotim. Di dema dîlbûnê de ez gelek rastî zordariyê hatim û gelek caran rastî destidirêjiya cinsî hatim."

Herwiha Abdullah got ku ew ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Êzîdiyan ku wê demê Nêçîrvan Barzanî ew ava kiribû ve hatiye rizgarkirin.

Rehîbe Teresa (Mother Teresa) ji bo mirovahiyê xebitîbû û ji sala 2005an û vir ve li ser navê wê xelatê didin saziyên ku li ser aştî, edelat û wekheviyê dixebitin. Komîsyona Kêmareyan a Weqfa Armonî ev merasim li dar xist. Wan par jî xelat dabûn êzîdiyên bi navê Leyla Tehlu û Edis Beşar ku ji destê DAIŞê rizgar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin