Xêro Abbas bi navê ‘Dilava’ albûmeke nû belav kir

Xêro Abbas bi navê ‘Dilava’ albûmeke nû belav kir

PeyamaKurd - Hunermend Xêro Abbas ku bi eslê xwe ji Rojavayê Kurdistanê, ji Qamişloyê ye, di hezîrana 2019an de albûmeke nû bi navê ‘Dilava’ belav kir.

Di albûma nû ya Xêro Abbas a bi navê 'Dilava' de 14 stran hene ku mirov dikare li ser platformên dîgîtal guhdar bike.

XÊRO ABBAS KÎ YE?

Xêro Abbas di sala 1962an de li başurê rojavayê Kurdistanê, bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Li Sûrîyê perwerdeya sereta, navîn û lîseyê temam kir. Di sala 1986an de ji ber zextên rejîma Sûriyê û ji ber bê derfetiyan koçî Almanyayê kir. Di wan salan de eleqeya wî ser muzîkê zêdetir bû. Di 1989an de bi tevlî bûna Koma Berxwedan dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir. 1998an de yekem albûma xwe ya bi navê "Xerîbo" weşand. Albûma Xerîbo di nava Kurdan de eleqeyeke mezin dît. Li Ewrûpayê bi dehan konser dan.

Di sala 2002an de, di Newroza mezin ya Diyarbekirê ku bi qasê milyoneke Kurd tevlî bû bû de derket ser dîkê. Piştî gelek salan cara yekem bi vê wesîleyê vegeriya axa Kurdistanê û di vê vegera xwe de maçî axa xwe kir û vê helwesta wî ji aliyeke gel ve bi coş û hezkiriyeke mezin hate pêşwazî kirin.

Xêro Abbas şêweya klasîk a muzîka kurdî bi bingeheke modern yekxist û bi vî avahî şêweyeke ku him girêdayî rêça xwe û heman demê de jî şêweyeke modern derxist holê. Vê jêhatiya Xêro Abbas him cihê wî him jî berdarî ya wî zexmtir dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin