Yaşar Kemal li Amedê li DİTAVê di salvegera koça xwe de hat bibîranîn

Yaşar Kemal li Amedê li DİTAVê di salvegera koça xwe de hat bibîranîn

PeyamaKurd – Nivîskarê Tirkiye yê bi nav û deng Yaşar Kemal di salvegera koça wî de, li Diyarbekirê li weqfa DİTAVê hat bi bîranîn.

Di bîrnanînê de serokê weqfa DİTAVê nivîskar Şeyhmus Diken, ji zankoya Wanê ya 100.Yıl ê Prof. Fethi Demir, nivîskarê kapadokyayê Gürsel Korat û dengbêjê hezkirî yê ku Yaşar Kemal zêde jê hezdikir Salihê Qubînî di merasimê de amade bûn.

Piştî axaftina vekirina mersamê ku ji aliyê Şeyhmus Diken de hat kirin, dengbêj Salihê Qubînî ji destana Siyamend û Xecê beşekî got ku Yaşar Kemal zêde ji wê destanê hezdikir.

Paşî nivîskar Gürsel Korat li ser bingeha romana Yaşar Kemal axifî û mînakan da. Bi taybetî rola Yaşar Kemal û taynetmendiya wî di romanê de.

Prof. Fethi Demir jî behsa dûıroka nivîskariya Yaşar Kemal û reze cûre taybetmendiyên romanên Yaşar Kemal kir.

Di nav beşdarvanan de gelek nivîskar û pêşhatî hebûn ku pirsan kirin lê ji pirsan bêhtir agahiyên bingehîn ku bûne binyata nivîsa romanên Yaşar Kemal dan beşdarvanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin