Yek ji dahata xelkê navça Oğuzeliyê jî balîcanên reş in

Yek ji dahata xelkê navça Oğuzeliyê jî balîcanên reş in

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li navça Oğuzeliyê yek ji dahatên çandiniyê yê navçê balîcanên reş in. Cotyar dest bi çinîna balîcanên reş kirin. Balîcanên qewartî ji bo xelkê her derê, weka xwarinekî zivistanê di her malî de heye.

Dema balîcanên ter difroşin, kiloya balîcanan li dora 18 TL ye lê dema diqewêrin û hişk dikin da jê dolmeyan çêbikin, kilo digihê heya 3 an 4 hezarî.

Cotyar ji her donumekî li dora 400 heya 500 kîloyî berhem distînin. Xebata çinîna balîcanên reş serê siba seet di 06.00an de destpêdike û heya seet 12.00an dewam dike. Her çendîn karekî bi zahmete jî, cotyar ji bo dahata xwe wî karî dike.

Bajarê Dîlokê bi navçên xwe her cûre çandiniyê dike. Çandiniya darên fêkiyan yên mayînde û yên sebzeyên demsal e. Balîcanên reş, yên sor, sîr, îsot, tirî, pelên mêwan, bamya, fasûlî û gelek berhemên din.

Ji çandiniya mayînde ya ji daran jî darên fistiqan, zeytûn û bi’îvan di nav çandiniya wan ciyên gelek fireh û bi dahat digre.