2 xwendevan çûn karnên xwe bistînin lê yek ji wan di qezayê de can da

Dîroka Weşanê :
2 xwendevan çûn karnên xwe bistînin lê yek ji wan di qezayê de can da

PeyamaKurd – Li bajarê Antalya ji ber îro dibistan bo 15 rojan tatîl bûn, xwendevanên lîsê Hasan Demir û Oğuzhan Yiğit S. li mortorsîkletê siwar bûn da herin dibistanê karnên xwe bistînin lê di fetlanekê de desthilata xwe wenda kirin û qeza kirin.

Di qezayê de xwendevanê bi navê Hasan Demirn (16) jiyana xwe ji dest da û xwendevanê bi navê Oğuzhan Yiğit S. (15) ji ber birîndare, li nexweşxanê tedawiyê dibe.

Rûdan li bajarê Antalya li navça Muratpaş li taxa Ermenekê seet di 11.30an de qewimî.