Li Amedê Avesta/CULTURE bi merasim vebû

Dîroka Weşanê :
Li Amedê Avesta/CULTURE bi merasim vebû

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê weşanxana Avestayê bi navê Avest CULTUR ciyekî vekir ku tê de pirtûkxane, pêşengeh û salona rûniştinê heye. Vekirina dezgeyê di 20.12.2025an de seet di 12.00an de vebû.

Gelek kesên rewşenbîr, nivîskar û nûnerên partiyan yevlî merasima vekirinê bûn. Di nav kesên mêvan bûn de berpirsê têkiliyên leqa Hewlêrê (elaqatan) yê Partiya Demokrata Kurdistanê Elî Ewnî û ji Dukokê serokê yekîtiya nivîsakrên Kurd yê Duhokê Hesen Silêvanî hebûn.

Di merasima vekirinê de xwediyê Avestayê Abdullah Keskin axaftinekî kir û malavahiyê da temamê mêvanan. Di axaftina xwe peyama serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî xwend.

Aheng an merasima vekirinê wê di şevê de jî dewam bike. Weşanxaneya Avestayê tevî di nav wan şertên tije qedexeyan de yên ji ber qanûnên Tirkiyê, dest bi weşana xwe kiriye jî, dest ji karê xwe berneda û heya roja me dewam dike.

Heya niha bi sedan pirtûkên Kurdî, yên dîrokê, roman, belgeyi û zarokan çap kiriye.

Piraniyaçapemeniya Kurd, Rûdaw, Kurdistan TV, Botan Times, War Tv û gelek peyamnêrên YV yan li wê derê amade bûn.