Tirkiye û Umman di 17 sehayan de protokol îmza kirin

Dîroka Weşanê :
Tirkiye û Umman di 17 sehayan de protokol îmza kirin

PeyamaKurd – Wezîrê xezînê û darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek ragihand ku bi Ummanê re protokola KEKê ku ji 17 xalan pêktê îmza kirine û di serî de enerjî, gihandin û gelek sehayên din hene. Tişta di civînê de derketiye pêş, ewe ku peymana di navbera Konseya Hevkariya Kendavê ya bazirganî bi Tirkiyê re di wextekî kurt de encam bide û derê pêş.

Civîna konseya ewlehiya Kendavê bi peymanên bi Ummanê re kete astekî dinê û heyeta Ummanê bi serpereştiya wezîrê bazirganî, sanayî û teşwîqê re bi Qeys Muhammed El Yûsif re li Ankara hat kirin.

Şimşek, di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand ku paketekî amade kirine ku di 17 sehayan de derfetê dide hevkariyê bikin.

Protokola KEKê ya navborî de enerjî, tenduristî, gihandin û gelek sehayên din hene.