Karkerekî li şantiyê di bin kamyonê de ma û mir

Dîroka Weşanê :
Karkerekî li şantiyê di bin kamyonê de ma û mir

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê di şantiya înşaatê de kamyona ku xwe bicîh dikir, haya ajotvan jê nema û karkerê bi navê Kadir Güven (64) ku karê tamîra dezga avê dikir, di bin kamyonê de ma û mir.

Piştî qezayê ajotvanê kamyonê xistin binçav û lêpirsîna wî hat kirin. Bûyer di 17.30an de qewimî û di şantiya TOKİyê de bû.

Cenazê Kadir Güven birin morga nexweşxanê ya tib a edlî.