Steve Witkoff: Em Nûnerên 4 dewletan li Miamiyê bo Xezzayê civiyan

Dîroka Weşanê :
Steve Witkoff: Em Nûnerên 4 dewletan li Miamiyê bo Xezzayê civiyan

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê DYAyê Steve Witkoff di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku nûnerên DYA, Misir, Qatar û Tirkiye bo asta yekem ya agirbesa li Xezayê, di ber çav de derbas bikin û amadekariyên asta duyem jî bikin, li Miamiyê hatine cem hev. Witkoff got:

“Asta yekem bo firehkirina alîkariya mirovî, serbest berdana rehîneyan, qismen vekişandina hêzan û li ser kêmkirina dijminahiyan, pêşdeçûn çêbûn.

Li ser hevdîtinên asta duyem jî bo parastina sîvîlan û asayîşa giştî, li Xezayê di bin desthilatekî yekgirtî de, damezrandina desthilatekiye. Bo Xeza xwe bide hev, îstîqrar tê de bibe û bazirganî pêkwere, avahiyên bingehîn çêbibin, av, elelktrîk û tiştnên din yên hevpar bibin, em li ser entegrasyon a herêmê axifîn.

Me ragihand ku em li ser ehda plana serok Trumpin ku ji 20 xalan pêk tê û di hefteyên pêşiya me de em ê şêwrên xwe dewam bikin.”