PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê otomobîla ku ji bin desthilata ajotvanê xwe derket li dîrekê xist û perçe bû. Di encamê de 2 kes birîndar bûn lê rewşa yekî di xeterê de ye.
Rûdan, li nêzî rêvebiriya trafîka herêmê, seet di 18.00an de, li ser rêya Meletiyê û Xarpêtê qewimî. Ajotvan M.D. hew karibû desthilatê di destê xwe bigre û lewra qeza çêbû.
Ajotvanê navborî ji aliyê îtfaiyê de di nav 30 deqeyan de bi zahmetî ji nav otomobîlê derxistin. Ajotvan M.D. birin nexweşxanê lê rewşa wî baş nîne.