Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan û jina wî her yek 17 sal cezayê zîndanê dan wan

Dîroka Weşanê :
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan û jina wî her yek 17 sal cezayê zîndanê dan wan

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan ku niha di zîndanê de ye û jina wî Buşra Bîbî di doza gendeliyê de her yekî 17 sala cezayê zîndanê dane wan.

Li gor rojnama Dawnê; Îmran Xan û hevjîna wî Buşra Bîbî dema di sala 2021an de bi seredana fermî çûn Erebistana Saûdiyê, welîehd prensê Erebistanê Muhammed Bin Selman setekî mucewher diyarî dabû wan û di beşa Toşaxana de gelek bi bihayê dibin bihayê xwe de ji ber hatibû sitendin, di dozê de her yek 17 sal ceza sitendin. Di ser cezayê zîndanê de her yek cezayê pere yê 59 hezar dolarî jî dan wan.

Wezîrê enformasyonê yê Pakistanê Attaullah Tarar ragihand ku ev cezayê Îmran Xan wê piştî cezayê gendeliyê yê bi 190 milyon sterlînî biqede, dê destpêbike.

Li gor qanûnên Pakistanê; serokwezîr, wezîr, burokrat, rayedarên dewletê yên di asta bilind de, diyariyên ku ji mirovên dewletên biyanî distînin mecbûrin agahiya wan bidin beşa Toşaxanayê. Diyarî ewilî didin Toşaxanayê û Îmran Xan dema bihayê diyariyê nîşan dide, kêm nîşan dide û bi pereyekî kêm ji Toşaxanê dikire.

Vateya vê ew e ku dema biyanî diyarî didin mirovên dewletê, ew mecbûrin wan diyariyan bidin beşa navborî û eger bixwazin ji wê beşê dikirin.

Îmran Xan bihayê hediya welîehdê Erebistanê ku dabû wî û jina wî ku esas bihayê wê 285 hezar dolar bû, 10 hezar dolar nîşan daye û kiriye.