Li navça Kolik a Semsûrê mirovekî bi jina xwe re niqaş kir û ew bi kêrê kuşt

Dîroka Weşanê :
Li navça Kolik a Semsûrê mirovekî bi jina xwe re niqaş kir û ew bi kêrê kuşt

PeyamaKurd – Li navça Kolik a (Kahta) bajarê Semsûrê (Adıyaman) li kolana Recep Tayip Erdoğan kesê bi navê M.A.A. bi, jina xwe ya bi navê Emine A. (45) re munaqeşe kir.

Minaqeşa navbera wan bû şer û M.A.A. bi kêrê li jina xwe xist û ew birîndar kir. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û Emine A. birin nexweşxana dewletê ya Kolikê (Kahta) lê jinik li nexweşxanê can da.

Cenazê Emine A. birin morga nexweşxanê bo otopsiyê. Zilamê wê M.A.A. ji aliyê polîsan de xistin binçav.