PeyamaKurd – Qafikên berê yên ku li Mezopotamyayê hatine dîtin yên 8 hezar sal berêne. Li ser wan desenên çîçekan pel hene ku ji rêzê xwuya dikin lê piştî lêkolînên arkeolojik û dîrokî derket ku li gor hesabê matematîkê ew çîçekên ser wan hatine çêkirin.
Qafikên ku li Mezpotamya jorîn (Kurdistanê) hatine dîtin ne tenê ji bo nexşandina wane lê her weha bi hesabê matematîkê hatine çêkirin.
Lêkolînerên zankoya Hebrewê reqemên li ser wan qafikan ji hev bişkaftin ku weka li rêzekî matematîkî hatine nexşandin weka 4, 8, 16, 32..li pey hev dewam dikin. Ev fikra mnatematîkî berya Sumeriyan û berya îcada nivîsê, bi hezar salan berya wan destpêkiriye.
Axa Mezoptamya Bakûr (Kurdistan) tegeha matematîkê ji kokê guhert ku ev qafik berya zayînê di salên 6200-5500an de qafikên Xelefîne û zanyarên zankoyê li serê lêkolînan kirine. Hostayên qafikan 8 hezar sal berê li ser qafikan Geometriyê nexşandine.
Lêkolîner, li ser 375 qafikên ku ji herêmê derxistine tehlîl kirin. Di nexşandinanên li ser wan de, jimara pelên çîçekan ne ji rêzê lê wekî 4, 8, 16, 32 û 64 bi dewamî çêkirine. Ev rêzkirina hostayan her jimarekî du car lê zêde kirine û rêzekî geometrik ava kirine. Matematîka sîmetrîkî li ser wan bikaranîne.
Matematîka Sumeriyan heya niha di salên 3000 sal berya zayîna Îsa de ku li ser bingeha sîstema 60 ya asta herî bilind dimeşiya, qebûl dikirin.
Lê ev sîstema nû ji ya Sumeriyan cuda, berya 8 hezar sal berê, fêm kirine ku dikaribûn daîrê perçe bikin û bikin perçeyên weka hev.
Li gor xebata ku di kovara Journal of World Prehistory de hatiye weşandin; agahî û rêjeyên wan nîşanî me didin ku mirov fikra matematîkê gelek berê, sade lê gelek bi sîstem bi jiyana xwe re li hev anîne.