Duhok | Du cihên dîroka wan digihe 8 hezar salan hatin dîtin

Duhok | Du cihên dîroka wan digihe 8 hezar salan hatin dîtin

PeyamaKurd - Rêveberiya Şûnwar û Kelepûran a Duhokê ragihand ku du cihên şûnwarî yên dîroka wan digihe 8 hezar salan hatine dîtin.

Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Kelepûr yê Duhokê Bêkas Birîfkanî ji K24ê re gotiye, “Li deşta Navkurê ya li parêzgeha Duhokê, li du navçeyên şûnwarî Girê Asingeran û Kanî Aspehanê cureyek ji kûzan hat dîtin ku dîroka wan vedigere 8000 sal û rûniştgehek jî hat dîtin ku dîroka wê vedigere 7000 sal berî nîha.” 

Bêkas Birîfkanî got: “Di Kanî Aspehanê de cureyek ji kûzan hat dîtin ku ji bo depokirina genim dihat bikaranîn. Herwiha 2 xaniyên mirovan jî hatin dîtin ku bi kerpîçan hatine çêkirin.”

Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Şûnwar û Kelepûran a Duhokê girêbesteke 5 salî ligel Zanîngeha Odina ya Îtalyayê îmze kiriye, ji bo kolandina cihên şûnwarî li parêzgeha Duhokê.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.