Li Diyarbekirê ‘Mala Çîrokbêjan’ hate vekirin

Dîroka Weşanê :
Li Diyarbekirê ‘Mala Çîrokbêjan’ hate vekirin

PeyamaKurd- Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li navçeya Rezan ‘Mala Çîrokbêjan’ vekir.

Mala Çîrokbêjan li nav kompleksa Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan dest bi xizmetê kir ku mebest veguhestina çandê bo nifşên nû ye.

Di vekirina Mala Çîrokbêjan de, pîr û kalan çîrok û dengbêjan jî kilam gotin.

Hate ragihandin ku wê li navendê, dengbêj, çîrokbêj, hunermendên destkariyê û jinên xwedî zanîna çanda gelêrî çîrokên ji jiyana xwe bi zarokan re parve bikin.

Mala Çîrokbêjan wê di nava hefteyê her roj ji saet 08:00 heta 17:00ê vekirî be.