Şanda Danûstandinan a Rojava: Haya me ji ti lihevkirineke siyasî û leşkerî nîne

Dîroka Weşanê :
Şanda Danûstandinan a Rojava: Haya me ji ti lihevkirineke siyasî û leşkerî nîne

PeyamaKurd- Li ser belavbûna nûçeyên derbarê lihevkirina rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, şanda danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de, da xuyakirin ku haya wan ji tu lihevkirinekê tune ye.

Çavkaniyeke ji şanda danûstandinan ji medyayê re ragihandiye, heta niha ti lihevkirinên siyasî yan jî aborî di navbera wan û Hikûmeta Veguhêz de çênebûne.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku agahiya wan ji ti rêkeftinên leşkerî nîne, lê carinan danûstandinên leşkerî di ser wan re pêk tên.

Hêjayî gotinê ye, dema Peymana 10êAdarê ya di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de, dawiya meha Kanûnê ango serê sala 2026an bidawî dibe.

Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, Şamê di çend rojên borî de cara pêşî pêşinyazeke fermî ji wan re şandiye û tê de hatiye gotin ku HSD bibe weke tîm, Asayîş û YPJ tevlî Wezareta Navxwe bibin. Herwiha zimanê Kurdî were pênasîn û mafên Kurdan ên sivîl werin dayîn.