Li gundekî Silêmaniyê 3 bira û pismamek hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
Li gundekî Silêmaniyê 3 bira û pismamek hatin kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li gundê Xalebewê yê qezaya Rizgariyê ya Îdareya Serbixwe ya Germiyanê (Silêmanî) di navbera du malbatan de şer derket.

Qeymeqamê Rizgariyê Cemal Mam Salih da xuyakirin, 4 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar in.

Li gorî zanyariyên Mam Salih dane, pirsgirêka milkdariyê di navbera her du malbatan de hebû û dosyeya wan li dadgehê bû lê îro beriya ku dosye çareser bibe, şer derket û 4 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku sê ji kuştiyan bira ne û yê din jî pismamê wan e. Piştî bûyerê du kes hatine desteserkirin ku bi bûyerê re pêwendîdar in.