Rojhilat | Kirmaşan bû paytexta çandî ya 2025an a Asyayê

PeyamaKurd - Serokê Şaredariya Kirmaşanê Nadir Newrozî eşkere kir ku bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê wekî bajarê çandî yê Asya yê 2025an hatiye hilbijartin.
Newrozî daye zanîn, li gor dûvçûn û lêkolînên emaneta mustesna ya Serok Şaredariyên Asyayê, ji ber şiyana rewşenbîrî û çanda dewlemend û çalakiyên rewşenbîrî û çandî ku di sala borî de li Kirmaşanê pêk hatine, Kirmaşan wek paytexta Çandî ya bajarên Asya ya sala 2025ê hatiye destnîşan kirin.
Nadir Newrozî got, “Kirmaşan bajarê herî mezin ê rojavayê Îranê ye û bajarê herî mezin ê Kurd e. 4 hezar şûnwarên dîrokî li xwe digre û herwiha xwediyê çandên hemûcureyî ye, ji bo vê hilbijartina Kirmaşanê wek paytexta çandî ya bajarên Asya ya sala 2025ê rûmeteke mezin e.”
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




