Weşanên Avesta 30 saliya xwe pîroz dike
PeyamaKurd – Weşanên Avestayê ku dawiya sala 1995an ji aliyê Songul Keskin, Rûken Bagdû û Abdullah Keskîn ve li Stembolê hate avakirin û xwedî dirûşmeya “Li pey çandên winda” ye, bi 4 berhemên edebî yên bi kurdî dest bi kar kir, 30 saliya xwe pîroz dike.
Weşanên Avestayê ku ji sala 1995an û ta niha 900 pirtûkên ji gelek beşên zanista kurdolojiyê, yên mirovî û wêjeyî, bi kurdiya kurmancî, ya zazakî, zimanê tirkî weşandine, îsal bû 30 salî.
Weşanên Avestayê li ser hesabê xwe yê Xê, bi boneya 30 saliya xwe, bi kurdiya kurmancî, zazakî, soranî û zimanê tirkî û ingilîzî peyamek belav kir û weha got:
“avesta BÛ 30 SALÎ
Me bi hev re dest pê kir; nivîskar, weşanger, xwendevan, belavkar, kitêbxane… Em tev ummî bûn, zimanê me qedexe bû. Îsal bû 30 sal, me kitêba 900. jî çap kir, heta dawiya salê hedef a 1000î ye.
Spasiyek jidil bo xwendevanan, bo herkesê ku bû şirîkê barê me, spas ji nifşên ku heta îro em bi hev re hatin, spas ji kesên ku emê ji vir û pê de bi hev re bimeşin.
BI SERBILINDÎ!..”
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.