PeyamaKurd – Li bajarê Samsunê li navça Vezirköprüyê di xaniyekî bi serê xwe de şewat derket û di encamê de jina 90 salî ya nexweşxa di nav ciya de Zeynep Kaya û bûka wê Tuğba Kaya (38) jiyana xwe ji dest dan.
Tîmên îtfaiyê mudaxele kirin da agir vemirînin lê her dû jin ji ber dûmanê can dan.
Rûdan li gundê Golê seet di 13.30an de qewimî. Cenzaê her dû jinan bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya Vezirköprüyê.