Delcy Rodriguze bû seroka demkî ya dewletê ya Venezuelayê

Dîroka Weşanê :
Delcy Rodriguze bû seroka demkî ya dewletê ya Venezuelayê

PeyamaKurd – Piştî serokê Venzuelayê Maduro bi operasyonekî ji aliyê Amerîma de hat kirin û ew birin Amerîkayê, rayedarên Venezuelayê civiyan û bo serokatiya demkî Delcy Rodriguez piştî sondê xwar bû seroka Venezuelayê.

Biryara serokatiya Venezuelayê ji aliyê Dadgeha Bilind ya Edaletê ya Venezuelayê de hat dayîn. Rodriguez di ser hesabê xwe yê medya civakî Instagramê de peyamekî belav kir û got ji tehdîdên derve safîkirî, rêzgirtina li hemberê hev û bi hevkariya navdewletî dixwazin bijîn.

Rodriguez got ku ew ewilî pêşî didin têkiliyên bi mêzên yên di nav welatên herêmê de, Amerîkayê dawetî hevkariyê kir û xwest ku di çarçova hûqûqa navdewletî de geşepêdana hevpar bikin û pêkvejiyanê xwurt bikin.