Foza Yûsif: Ragihandina şer şaşîtiyeke stratejîk e, em ê bersiva tund bidin

Dîroka Weşanê :
Foza Yûsif: Ragihandina şer şaşîtiyeke stratejîk e, em ê bersiva tund bidin

PeyamaKurd- Hevseroka Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê) Foza Yûsif, li ser êrîşên ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê diyar kir,  êrîşên dawî dê xizmeta berjewendiyên Sûriyê nekin û got, tevî daxwaza wan a diyalogê, ew amade ne li dijî her êrîşekê parastina xwe ya rewa bikin.

Foza Yûsif bal kişand ser destwerdana dewletên derve û destnîşan kir ku ev şer ne bi daxwaza gelên Sûriyê, lê bi fermanên hêzên derve hatiye destpêkirin. Yûsif got: "Ev şerê ku ji hêla hêzên derve ve hatiye sepandin, nîşaneya serî tewandina li hemberî projeyên biyanî ye. Ragihandina vî şerî ji hêla Hikûmeta Demkî ve şaştiyeke stratejîk a mezin e ku dê encamên xerab û wêranker bi xwe re bîne."

'Em bi diyalogê re ne, lê parastin mafê me ye'

Yûsif helwesta Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya siyasî dubare kir û wiha domand: "Em her dem bi diyalog û çareseriya aştiyane re ne. Rêya rizgariya Sûriyê ne şer, lê rûniştina li ser maseya danûstandinan e. Lê belê, bila her kes zanibe ku eger êrîş berdewam bikin, em ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva herî tund bidin û xaka xwe biparêzin."