PeyamaKurd- Mîrê Êzidiyan li Iraq û cîhanê û serokê Encumena Ruhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir ku bilez destwerdanê bikin da ku bi sedan Êzidî, Kurd û pêkhateyên din ên li Helebê rizgar bikin ji ber ku di bin metirsiya komkujiyê de ne.
Mîrê Êzdiyan îro Pêncşemê ragihand, Encûmena Ruhanî gelek bangên alîkariyê ji Êzdiyên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêçkirî ne û di rewşek mirovî ya pir dijwar de dijîn wergirtiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, di heman demê de hejmareke zêde jî neçar bûne ku ber bi navçeyên nediyar ve birevin ku bikarin canê xwe biparêzin.
Mîr Hazim Tehsîn Beg bang li hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir ku tavilê şer û xwînrijandinê bi dawî bikin û sivîlan ji pevçûnên leşkerî biparêzin.
Tehsîn Beg got ku divê her du alî pirsgirêkên xwe bi awayekî aştiyane li ser maseya danûstandinan çareser bikin ji ber ku tundûtûjî dê tenê bibe sedema bêhtir bextreşiyê.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Mîrê Êzidiyan karesata ku di sala 2014an de bi serê Êzidiyên Şingalê de hat bi bîr xist û bi tundî hişyarî da ku heman karesat li dijî Êzidî û Kurdên Sûriyê dubare nebe.