PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê, Ebas Araqçî, di serdana xwe ya fermî ya li paytexta Lubnanê, Beyrûtê de, peyamên tund da Amerîka û Îsraîlê. Araqçî diyar kir ku her çend Îran naxwaze alozî bibe şerekî herêmî, lê eger êrîş li ser wan pêk werin, ew ji bo hemû vebijarkan amade ne.
"Stratejiyên wan bi têkçûnê re rûbirû mane"
Araqçî bal kişand ser hewildanên berê yên Amerîka û Îsraîlê û got:
Wan êrîşên xwe yên li dijî Îranê ceribandin, lê ev stratejî bi têkçûneke mezin bi dawî bûn. Ger ew van xeletiyan dubare bikin, dê bi heman encaman re rûbirû bimînin."
Wezîrê rejîma Îranî destnîşan kir ku welatê wî ji bo parastina xwe di amadebaşiyê de ye.
Derbarê bernameya nukleerî û peywendiyên bi Washingtonê re, Araqçî helwesta Tehranê zelal kir: