Eniya Belûçistana Îranê piştgirî da biryara Partiyên Rojhilatê Kurdistanê

Dîroka Weşanê :
Eniya Belûçistana Îranê piştgirî da biryara Partiyên Rojhilatê Kurdistanê

PeyamaKurd- Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo nirxandina xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê û xurtkirina têkoşîna hevpar civîneke girîng li dar xistibûn û biryar dabûn, bi awayekî hevgirtî ligel opozîsyonê dengê berxwedanê li her derê bilind bibe, da ku zexta li ser kolanan li dijî rejîmê zêdetir bibe.

 

Navenda Diyalog bo Hevkarî ya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, îro 7ê Çile bi daxuyaniyekê banga grev û çalakiyên giştî li seranserê Rojhilatê Kurdisttanê dabû ku tê de; Partiya Azadî ya Kurdistan, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, Sazimana Xebat a Kurdistana Îranê, Komele, Rêkxirava Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Koeleya Şêreşgêr a Zehmetkêşanê Kurdistanê û Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê cî digirin.

Piştgiriya dîrokî ya Eniya Belûçistanê

Li ser vê bangewaziyê, Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê peyameke fermî ya piştgiriyê belav kir û tevlîbûna xwe ya ji bo mangirtina seranserî ya roja Pêncşemê ragihand. Berpirsê Yekem ê Eniyê, Cemşîd Emîrî di peyama xwe de diyar kir ku gelê Belûç wekî "hevçeperên şoreşger" her dem li kêleka PDK-Î, Komele û partiyên federalîst ên Kurdistanê bûne û dê li ser vê rêyê berdewam bin. Emîrî da zanîn ku ev afirîneriya şoreşgerî ya di bin dirûşma "Jin Jiyan Azadî" de, xelata herî mezin e ku pêşkêşî serhildana mezin a gelan tê kirin.

Hevgirtina "Kurdistan û Belûçistan" li ser kolanan

Eniya Belûçistanê bang li xelkê xwe û pêşnimêjê Mizgefta Mekî kir ku bi awayekî çalak piştgiriyê bidin vê daxwaza rewa û li ser şeqaman dakevin. Di peyamê de hat destnîşankirin ku dirûşma “Kurdistan ta Belûçistan, çav û çira Îranê” êdî di pratîkê de li ser şeqaman tê nîşandan û ev yek dilgermiyek mezin dide xelkê bajarên navenda Îranê jî. Ev hevahengiya di navbera Kurd û Belûçan de wekî qonaxeke stratejîk hat pênasekirin ku dikare bingeha rejîmê bihejîne û serkeftina serhildana seranserî ya sala 2026'an nêzîktir bike.