PeyamaKurd – Li Kazakistanê li devera Turkistane li navça Jetisay li gundê Algabasê agir bi xaniyekî 2 qat ket. Di xanî de 12 kes mirin ku 9 ji wan zarokin. 3 kes jî birîndar bûn û birîndaran birin nexweşxanê.
Beşa rewşên lezgîn ya Herêma Turkistanê ragihand ku serê siba agahî sitendine ku agir bi xaniyekî ketiye û dema îtfaiye çûye ciyê şeweatê diye ku agir bi temamê xanî ketiye ku xanî 360 m2 bûye. Beşa lezgîn weha ragihand:
“Di çaxa agir vedimirandin, 3 kesan ji xanî derxistine lê hişê wan li serê wan nînbûye û wan teslîmê tîmên tenduristiyê kirine. Di agir de 12 kes mirin ku 9 ji wan zarokin. Li cîranên malê gotine berya agir bi xanî bikeve li malê ahengekî li dar xistine. Agir vemirandine û li ser sedema agir lêkolîn dewam dike.
Serokê Kazakistanê Comerd Tokayev li ser bûyerê ji kesên wefat kirin re sersaxiyê xwest û got; çi alîkarî bo mirovên di bûyerê de can dane pêwist be dê bêkirin.