PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump û welîehdê Erebistana Saûdiyê prens Muhammed bin Selman li Koşka Sipî civiyan. Trump dubare kir ku wê balafirên F-35an bidin Erebsitanê, amadekariya wê dikin û Selman jî got ku wê veberhênana li Amerîkayê ya Erebistanê derxin 1 trilyon dolarî.
Erebistana Saûdî ragihand ku ew bo Îsraîlê û Fîlîstînê aştiyê dixwazin û bo tevlî Peymanên Îbrahîmê bibin ew vekirîne.
Trump, li baxçê Koşka Sipî pêşwaziya Selman kir kir, di merasima pêşwaziyê de balafir li esmana digeriyan. Berya hevdîtina wan destpêbike her dû lîder li baxçê Koşka Sipî hinek axaftinan kirin. Selman got:
“Em dixwazin bibin perçeyekî ji Peymanên Îbrahîm lê bo çareseriya 2 dewletî jî em rêyekî dixwazin.”