PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Thomas Barrack û Wezîrê Derve yê Urdinê Ayman Safadî li paytext Emmanê civiyan da ku rewşa krîtîk a li Helebê nîqaş bikin.
Di daxuyaniya hevbeş de hat diyarkirin ku ji bo kêmkirina rageşiya li bajêr, divê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi awayekî "aştiyane" ji Helebê vekişin. Aliyan tekez kir ku divê Peymana 10ê Adara 2025an a derbarê entegrebûna hêzên Kurd di nav saziyên dewletê de were cîbicîkirin.
Her wiha hat xwestin ku êrîşên artêşa Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan werin rawestandin û agirbest were xurtkirin.