PeyamaKurd- Hate ragihandin ku 3 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê derbasî gundewarê başûrê Quneytîrayê bûn û li wir dewriyeya leşkerî kirin.
Li gorî zanyariyan, dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ku 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat derbasî gundê Seyda yê başûrê Quneytîrayê bû.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî eşkere kir, leşkerên Îsraîlê li xaçerêya gund bendek kontrolê danîn û şênî kontrol kirin. Piştre jî vekişiyan baregehên xwe yên li kurahiya Sûriyeyê.