PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Avusturyayê Beate Meinl-Reisinger zor û şiddeta ser çalakvanên Îranê yên ku ji aliyê hêzên asayîşa Îranê de tên kirin şermezar kir û gazî balyozê Îranê yê li Viyanayê kir da here wezaretê.
Di nav sedemên çalakiyan de daketina qiymeta peren Îranê û bihabûna jiyanê heye.
Wezîra Beate Meinl-Reisinger, bo tewrê welatê xwe li hemberê çalakiyên li Îranê nîşan bide, bangî balyoz kir. Wezîra Meinl-Reisinger, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihandina xwe kir. Meinl-Reisinger got ku ew çalakiyên li Îranê ew xistiye nav heyretan û got:
“Ez şiddeta ser çalakvanan şermezar dikim. Bi vê sedemê, bo tewrê Avusturyayê bo Îranê ragihînim, min bangî balyozê Îranê kir.”
Meinl-Reisinger, got ku divê şiddet yekser raweste û bi sedema çalakiyan kesên hatine girtin serbest bên berdan.