PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiye Tevgera Neteweperwer (MHP) a Tirkiyê Devlet Bahçelî, îro 25ê Mijdarê di gotara xwe ya koma partiya xwe ya parlamentoyê de, derbarê serdana Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê de daxuyaniyên balkêş dan.
Bahçelî, rexneyên tund li partiya opozîsyonê CHPê girt ku di komîsyona parlamentoyê ya pêvajoya çareseriyê de çûna Îmraliyê red kiribû û got, “Muxabatê herî cidî Îmralî ye”.
Hêjayî gotinê ye, Şande Komîsyona Pêvajoyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê pêk dihat, doh 24ê Mijdarê hevdîtin ligel Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê pêk anîbû.
Devlet Bahçelî, ev yek wekî pêngaveke dîrokî bi nav kir û got, "Binêrin, ez di vî temenê xwe de bi mêranî diqîrim, eger miletê Tirk aştî û aramiyê bibîne, eger teror bi awayekî mayînde ji jiyana me derkeve bila dawiya me jî bidarvekirin be.”
Bahçelî bal kişand ser ku pêvajoya ligel Ocalan û PKKê tê meşandin polîtîkaya dewletê ye û diyar kir, “Kesên ku dibêjin paqijbûna Tirkiyeyê ji terorê min eleqedar nake, hemû bi hev re suîqestçî ne. Çavkaniyên cudaxwaziyê ziwa dibin, ew ji vê ditirsin. Komploya emperyalîst a sedsal û nîvî bi erdê re dibe yek ku li ser dijminkirina Tirk û Kurdan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, bi wîjdanên xwe yên tevizî lîstikên xwe yên dawî dileyîzin.”