PeyamaKurd- Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê îro 2yê Çile piştî nîvro parêzgeha Nebetiye û bajarokên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Li gorî ragihandina Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA), êrîş îro saet nêzî 14.15an de hatin kirin û li deşta Eqmate û derdora Rîhan ên herêma Cebel El Rîhan, 2 êrîş bi moşekên ji hewa-erd li devera navbera bajarokên Ensar û Zerariyê yên parêzgeha Nebetiya hatin kirin.
Herwiha hate diyarkirin, 3 êrîş li geliyê navbera bajarokên Kefûra û Îza yên Nebetiyê hatin kirin.
Hate zanîn ku hevdem balafirên şer ên Îsraîlê bi nizmî li ser bajarê Beilbek ê rojhilatê Lubnanê geriyan. Li ser encamên ziyanên bombebaranê agahî nehatin parvekirin.