Balafirekî ket, tê de 15 kes mirin û 28 kes birîndar bûn

Balafirekî ket, tê de 15 kes mirin û 28 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Balafira Bolivyayê ya ku pere hildigirt ya kargoyê, li nêzî payîtext La Pazê ket û di encamê de 15 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê berevaniya Bolîvyayê Marcelo Salinas ragihand ku balafira ketiye ya tîpa Hercules C-130 ya kargoyê, dema perên nûh hatine çapkirin hildigirt, li bajarê El Alto ku nêzî bajarê La Pazê ye, dema xwe datanî balafirgehê, ji ser pîstê dertê û paşî dikeve nav zeviyekî nêzî balafirgehê.

Rayedarên balafirgehê temamê seferên du alî rawestandin lê bo demekî kurt.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin