PeyamaKurd – Di Derya Reş de bi dronan êrîşê tankêra petrolê kirin. Tankêr 30 mil nêzî navça Abana ya bajarê Kastamonu ye û di êrîşa dronê de xesar diye.
Bandrala tankêra petrolê Palau ye û navê tankêrê Elbus e. Li ser banga kaptanê keştiyê hêzên ewlehiya peravên Tirkiyê çûne hawara wan.
Hat ragihandin ku xebatkarên keştiyê başin û tankêrê birine nêzî peravên navça İneboluyê. Wê li xesara keştiyê binerin û li gor xesarê tevbigerin.