Tom Barrack li ser êrîşên ser Kurdên Helebê daxwuyanî da

Dîroka Weşanê :
Tom Barrack li ser êrîşên ser Kurdên Helebê daxwuyanî da

PeyamaKurd – DYA rûdanên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê bi endîşe û ji nêz de dişopîne. Em bang li terefan dikin ku bi hezir tevbigerin, mal û canê sîvîlan di ser her tiştî de bigrin.

Di sê mehên dawiyê de, piştî bi dehan salên herifîner yên li Sûriyê, gavên dûrokî yên lihevkirina netewî û ji nûh de xwe birêxsitina welat de, hatin avêtin. Di vê heftê de bi rayedarên Îsraîlê hevdîtinên dîrokî hatin kirin û ev îşaretê dide ku aştî were herêmê…

Van guherînên bi esas û bi kok, di şevekî de nabin. Bo başkirina birînên demekî dirêj pêdivî bi wext heye, bo pêşdeçûna mayînde di navbera cûre civakên Sûriyê de sebir, xweşbînî û têgihîştin pêwiste. Em baweriya xwe ya bo her hemwelatiyekî Sûriye; Sunnî, Kurd, Elewî, Durzî, Xîrîstiyan û temamê civakên Sûriyê bo tevlîbûna rêvebiriyê, mafên weka hev ku mafên wan bixe bin garantiyê diparêzin.

Di hefta borî de, em li ber qedandina bicîhanîna peymana 10ê Adarê ya 2025an de bûn ku di navbera HSDê û Şamê de hatibû îmzakirin. Ev Peyman koordinasyona ewlehiyê, rêvebiriya hevpar û yekîtiya netewî dê gelek pêş bixista. Em hêjî dikarin xwe bigihînin vê hedefê.

Em amade ne bo hevkarên xwe li herêmê hêsankariya gengeşeyan bikin û di şûna perçebûnê de derfetê bidin rêya diyalogê bo xelkê Sûriyê.

Bi van sedeman em bangê dikin ku hukumeta Sûriyê bi rayedarên HSDê re li deverên ku di bin serpereştiya Kurdan de ne, aktorên çekdar yên di sehayê de ne û rêvebirên xwecîh bikin ku dijminahiya navbera xwe rawestînin û asta gengeşeyê daxînin. Berya şer em pêşiyê diyalogê bikin û cîh bidin pêşniyarên erênî. Dahatûya Helebê û temamê Sûriyê yê gel e û divê di rêya aştiyê de bên bicîhanîn.

Di vê asta krîtîk de, li hemberê kes an hêzên ku di sala borî de, xwestin pêşiyê li pêşdeçûnê bibirin û dijminahiya aştiya li Rojhilata Navîn dikirin, divê li hemberê wan bibin yek, ji hevre rêz bigrin, li hemberê dijminan û wekîlên wan bibin yek. Armanca wan, xerabkirina îstîqrarê ye, armanca me afirandina rêzgirtinê û aştiya mayînde ya li ser asasê refahêye.

Dewra nû ya Sûriyê, ne ya şer lê ya hevkariyêye. Em ê tev bi hevre bigihên wê aştiyê.”

Balyoz Tom Barrack; Nûnerê taybet yê Sûriyê.